Li Amedê Nobeda Edaletê dewam dike

  • 16:21 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê Nobeda Edaletê di roja 62'yan de berdewam dike. Di çalakiyê de peyama wê çalakî heta serkeftinê bidome hat dayîn.
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam dike.  Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-ER) çalakî îro dewr girtin. Beşdarvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: “Dayik, tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya fîzîkî biisrar çalakiya xwe didomînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Cupolo, wiha got: “Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê hate destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyeyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê. Divê bi destê aştiyê yê li Wan û Qersê hatiye dirêjkirin bê girtin. Li ser maseya aştiyê dê birêz Ocalan me temsîl bike. Ocalan, ji hêla gelê kurd ve weke rêber tê qebûlkirin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşê tekane daxwaz heye, ew jî azadiya birêz Ocalan e. Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Divê polîtîkayên qirêjî yên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bibin.” 
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Dayikan jî stranên kurdî gotin.