Li Stenbolê Nobeda Edaletê: Çalakiya dayikan hat silavkirin

  • 16:20 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL  - Li Stenbolê Nobeda Edaletê di roja 54'an de bi serdanan dewam kir. Rêveberên Federasyona Komeleyên Muşê ku çûn serdana çalakiyê berxwedana dayikan silav kirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) hat destpêkirin, di roja xwe ya 54’an de berdewam dike. Di çalakiya ku li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê berdewam dike de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi malbatên ku xizmên xwe li Anatolyayê winda kirine (ANYAKAYDER), rêxistinên DEM Partiyê ya Kartal û navçeya Bagcilarê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên Federasyona Komeleyên Mûşê û gelek kes îro çûn serdana çalakgeran.
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakim Tokmak jî got, “Ez dayikên Nobeda Edaletê bi rêzdarî silav dikim. Weke her carê dayik ji bo aştî, wekhevî, edalet û demokrasiyê li Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Em weke Federasyona Komeleyên Mûşê vê çalakiya dayikan silav dikin."