Nobeda Edaletê li Wanê di roja 62'yan de ye

  • 15:06 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê ku di roja 62’yan de didome de banga “Em dengê xwe bilind bikin” hat kirin.
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, hat destpêkirin  di roja 62. de dewam dike. Nobeda ku li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin îro Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tûşba û namzetên hevşaredariy, (MEBYA -DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan serdana wê kir.
 
'Em li her qadê têkoşînê mezin bikin'
 
Di çalakiyê de Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr axivî û diyar kir ku 25 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin û diyar kir ku divê di zûtirîn dem de muzakere bên kirin. Edîbe da zanîn ku çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan 70 roj li dû xwe hiştiye, xwest têkoşîn li her qadê bê mezinkirin. Edîbe bang li Wezareta Edaletê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî kir û got, "Li welat ji aliyê hikûmetê ve bêhiqûqiyeke mezin hatiye kirin.  Di zûtirîn demê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bê kirin û wiha got: “Îro pêwîste em li dijî polîtîkayên tecrîdê li her qadê dengê xwe bilind bikin û heta salvegera Komploya 15’ê Sibatê daxwazên xwe yên aştî û azadiyê bînin ziman."
 
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û tilîliyan dewam kir.