Sumeyye Boz: Werin em meşa azadiyê geş bikin

  • 09:33 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
COLEMÊRG - Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz ku di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digire, destnîşan kir ku wan rêya sêyemîn dane pêşiya xwe û banga"Meşa Mezin a Azadiyê geş bikin" kir. 
 
Bi pêşengiya gelek sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Mezin a Azadiyê” di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê hat destpêkirin. Meşa ku di roja 4’emîn de dewam dike, baskê wê yê Wanê gihîşte Şirnex û navçeyên wê. Baskê Wanê ku heta niha li Wan û Colemêrg û navçeyên wê meş û hevdîtinên gel li dar xistin bi coş û kelecanek mezin, bi dirûşmên“Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bijî Serok Apo” girseya tevli meşê bûye tê pêşwazî kirin. Li her rawestgeha meşê ji ber kelecan û coşê dîmenên reng derdikevin holê.
 
Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz ku ew jî meşvan e derbarê meşê de nirxandin kir.  
 
‘Li her rawestgehê em bi coş hatin pêşwazîkirin’
 
Sumeyyeyê, anî ziman ku meşa dane destpêkirin wê heta 15’ê Sibatê bi biryardariyeke mezin berdewam bike û bi lêv kir ku meşa ku dane destpêkirin ji aliyê gel ve bi coş û kelecanekê mezin girseya teli meşê bûye tê pêşwazîkirin. Sumeyye, diyar kir ku ev kelecan û xwedî derketin girîng e û wiha got: “Daxwaza vî gelê jî ev tişt e. Xedîderketina li vê meşê xwedîderketina li vê dozê ye. Kelecana gel ku em dibînin me zêdetir kelecanî dike. Her rawestgeha ku em ê biçin em dibêjin gelo li wir kelecaneke çawa heye. Ev qas coşek mezin heye. Li her rawestgehê kelecaneke mezintir heye. Hemû gelên me li benda vê hevdîtinê bû. Ji ber vê yekê em jî kêfxweş dibin. Ev bêhtir meşa me bi coş û geştir dike. Ji ber vê yekê em ji hemû gelê me yê ku me pêşwazî kir re spasdarin.”
 
Peyamên gel
 
Sumeyye, da xuyakirin ku li her bajar û navçeyan pêyamên gel ên girîng derdikevin pêş û wiha pê de çû: “Ev meşa me ne bi tenê meşek e. Ev meş doz û armancek e. Ji xeynî meşê em civînên gel jî li dar dixin û çalakiya xwe bi vê awayî jî didomînin. Dema em civînên xwe li dar dixin li ser vê meşê û rojevê diaxivin û ev yek xwe diyar dike. Di civînan de gel tîne ziman ku heta Birêz Ocalan azad nebe Gelê Kurd tu carî rehet nabe. Hemû jî di vê gumanê de ne. Ji ber vê yekê di civînan de gel dibêjin ‘meşa we meşek e pîroz e û rêya we rêya me ye.’ Ev gotin ji bo me gotinek serfirazî ye.  Peyamên ku gel dide nîşanî me dide ku rêya me rêyeke rast e. Gel ev rê da pêşiya me û em jî tevli gelê xwe bûn. Em ê bi hev re bimeşin heta ku ev meş bigihêje armanca xwe.”
 
‘Rêya sêyemîn bi meşa azadiyê ve didome’
 
Sumeyye, destnîşan kir ku ev meşa wan meşa mîlyonan kesan e û got ku îro meşa ku ji 75 kesan pêk tê sembol e. Sumeyye, bi lêv kir ku ev sembola hemleyekê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sembola serkeftin û têkoşînê ye. Dibe ku em 75 kes bin, lê ev daxwaza mîlyonan e, daxwaza gelê Kurd û kesên aştîxwaz e. Ji bo wan hemû yan sembolek e. Daxwaza gel berê çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk e.  Ji ber vê yekê berê gelê me li ku derê be me jî berê xwe da wê derê. Berê gelê me li rêya sêyemîn e. Lewma jî me rêya sêyemîn da pêşiya xwe. Rêya sêyemîn bi meşa azadiyê didome. Heta ku bigihîje armanca xwe dê ev meş bidome.”
 
‘Meşa azadiyê geş bikin’
 
Sumeyê, da zanîn ku heta îro gelek meş hatine lidarxistin, lê ew wateyek din didin vê “Meşa Mezin a Azadiyê” û got ji xeynî çareseriya pirsgirêka kurd tu rêyek din nemaye. Sumeyyê, destnîşan kir ku ji bo vekirina vê rêyê yê ku mûhatap bê girtin Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin. Dema tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê wê demê li Kurdistan û Tirkiyeyê wê çareserî bi awayek erênî xwe nîşan bide. Li vî welatî hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn ji pêvajoya kûrkirina şer mirov nikare ji dûr binirxîne.  Ev şerê ku tê meşandin tunekirina kurdan armanc dike. Ji ber vê yekê mirov nikare pirsgirêka kurd ne ji mijarek siyasî, civakî û aborî ji hevdû dûr bixîne. Hemû girêdayî hevdû ne. Ji ber vê yekê bang li gelên xwe dikin û kesên aştîxwaz û azadîxwez dikin,  ji bo pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk çareser bibe û jiyanek wekhev vê meşê geş bikin. Bila gelê me ji bo vê meşê hemû kesî hişyar bike. Divê em hemû armanca vê meşê vebêjin. Her gaveke me ji bo aştî, azadî û wekheviyê ye. Kesên ku vê yekê dixwazin bila mil bidin milên hev û bi hev re vê rêyê em geş bikin.”
 
 

Etîketan:

Tecrit tecrid