‘Divê dewlet ji kedkarên malê re butçeyê veqetîne’

  • 09:08 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Kedkara malê Lutfiye Îlhan diyar kir ku divê dewlet ji kedkarên malê re btuçeyekê veqetîne û got: “Jin di pergalê de du caran dipelçiqin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin.”
 
Kedkara malê Lutfiye Îlhan di 15’ê Çileyê 1996’an de piştî komkujiya Basa koçî Îzmîrê dike. Lutfiye di komujiya ku 11 kes hatin qetiklirin de  xizmên wê hatine qetilkirin, koçber bûne. Lutfiye piştî komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin. Lutfiye ev du sal e li malan paqijiyê dike û  derbarê pirsgirêkên dijîn de nirxandin kir.
 
Lutfiye du rojên dawiya hefteyê diçe malan paqijiyê dike û diyar dike ku seranserê jiyanê de karekî din nekiriye û wih agot: “Em dixwazin karekî din bikin lê çare nîne. Kurê min yê biçûk diçe dibistanê. Ez neçarim nava rojê li malê bim. Dawiya hefteyê diçim kar.Ji ber zarokan neçarim wisa bixbitim.”
 
‘Divê jin li ser piyên xwe bisekinin’
 
Lutfiyeyê bi lêv kir ku divê dewlet ji kedkarên malê re butçeyê veqetîne û wiha bi lêv kir: “Berê dema mêr teqawît bibûna jinan dikaribûn mûçeyê pîrbûnê bigirta. Lê rewş niha guheriye. Çima jin li destê mêran binêrin? Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Bila mûçeya jinan hebe ji butçeya mêran cudatir. Em karê malê bi hevjînê xwe re parve dikin. Dawiya hefteyê dema diçim kar hevjînê min karê malê dike. Lê ev rewş li gorî  kesên din diguhere. Hinek mêr hene dibêjin em mêrin em kar nakin.”
 
‘Jin du caran dipelçiqin’
 
Luffiyeyê daxuyand ku jin di pergalê de du caran dipelçiqin û wiha daxuyand: “Jin hem ji aliyê dewletê ve hem ji aliyê mêr ve tên pelçiqandin. Mînak hevjînê min ji min re bibe alîkar jî carnan dibêje tu jinî divê tu bikî. Berpirsyariya jinan zêdetir e. Divê dewlet ji bo jinan butçeyekê veqetîne. Bi pereyê ji paqijyê qezenc dikim hewcedariyên malê digirim. Ez û hevjînê xwe bi hev re her tiştî dikin. Karê malan mirovan pir diwestîne. Em dixwazin mêr û jin wekhev bin. Divê her kesî bi hev re bikin.”