'Ji namzetên jin yên bi hêz ditirsin'

  • 09:06 4 Sibat 2024
  • Rojane
Melîke Aydin
 
MUGLA - Ji Însiyatîfa Welatiyan Zeynep Akinci da zanîn ku ew meclîsên ji mêran ava dibin naxwazin û got wê jin cudahiyek mezin biafirînin. Zeynebê wiha got: “Jinên bi hêz û bi tecrube hene. Çima evqas ji van jinan ditirsin.” 
 
Hilbijaratinên herêmî nêz dibin û jin dixwazin hîn bêtir di şaredariyan de cih bigirin. Ji Însiyatîfa Welatiyan Zeynep Akinci da zanîn ku di rêveberiyên herêmî de projeyên ku jiyana jin û zarokan hêsan dikin girîngin û got: “Divê di serî de jin gotinên namzetan bişopînin û piştre jî li ser bisekinin ku ka daxwazên wan tên cih an na. Jinên bi hêz û bi tecrube hene. Çima wisa ji van ditirsin?Çima bi wan re nakevin piştevaniyê. Divê ev biguhere.”
 
'Em meclisên ji mêran ava dibin naxwazin'
 
Zeynebê wiha vegot: “Em meclîsên ji mêran ava dibin naxwazin. Mêr mijarên jinan ji jinan baştir dizanin, heta derdikevin televîzyonan rê didin ber me. Lê tevî rêxistinên jinan aktifin mêr van nabînin. Ev mirovan eciz dike. Li Bodrum û di hemû rêveberiyên erêmî de divê jiyana jinan bê hêsankirin. Mînak divê veguhestin bê hêsankirin. Divê jin di meclîsên jinan de cih bigirin. Ji bo jin biçin karên xwe divê kreş hebin. Divê stargehên jinan hebin, divê malên kal û pîran hebin. Ev hemû daxwazên me ne.  Ji bo hejmara keyayên jin yên Bodrumê zêde bibin em dixebitin. Em perwerdê didin jinan. Em hedef dikin ku rêjeya keyayên jin ji sedî 2’an derxînin  ji sedî 10’an.  Divê ji bo ciwan û zarokan proje bên kirin. Divê havine ji bo zarokan bername bên amadekirin. Zaork havînan diçin qursên Kuranê. Em nabêjin bila zarok ola xwe fêr nebin. Divê tiştên din jî fêrî zarokan bên kirin. Bila biçin qursên şano, wêne, spor, futbol, soberî û her wekê din.”
 
'Divê welatî li pişt daxwazên xwe bin'
 
Zeynebê di berdewamiyê de bal kişdn ser bihabûna veguhestinê û wiha dirêjî daye: “Divê rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê em xwedî hişmendî bin.  Divê şaredar li cem gel cih bigirin. Divê saziyên civaka sivîl bîne gel xwe û hêza xwe nîşan bide. Divê gel jî gotina xwe bêje. Yên li cem gel cih nagirin bi kîjan rûyî dibin namzet.  Em bi sozên wan bawer nakin. Namzetên jin wê di şaredariyan de cudahiyek mezin biafirînin . Divê sozên ku tên dayîn piştre bên şopandin.”