Menîce Gulmez: Eziyeta mezin jin dikşînin

  • 09:05 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş
 
AMED - Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku di şerên li Rojhilata Navîn tên jiyîn de yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in û got sedema şer ne Îslamiyet, sedem daxwaza serdestkirinê ye.
 
Pergala dewlet-mêr Rojhilata Navîn kirine navenda şer û ev bandor li hemû gelan dike, di serî de jî li jin û zaorkan dikin. Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Rumeysa Gulmez der barê şerên li Rojhilata Navîn de ku di bin navê olê de tê meşandin, bandor û encamên wê de nirxandin kir.
 
‘Her kes li Rojhilata Navîn serdestiyê dixwaze’
 
Menîceyê diyar kir ku li her derê cîhanê yên ku herî zêde di şer de zirarê dibînin jin û zarok in û got: “Dewlet dixwazin li Rojhilata Navîn serdestiyê ava bikin. Li vê erdnîgariyê bi rastî îslam pêk hatiba wê li jin û zarokan li zindiyan zilm nehatiba kirin. Rojhilata Navîn cihê ku mirovahî lê hatiye jiyîn e. Cihê ku pêxember lê hatine xwarê ye. Ji ber dewlemendiyên herêmê hemû hêz dixwazin li herêmê serdest bin. Ji ber vê şer derdixin û dixwazin bi cih bin.”
 
‘Sedema şer ne îslamiyet, serdestî ye’
 
Menîceyê bi lêv kir ku sedema şer ne îslamiyet e, dewlemendiyên li Rojhilata Navîn in û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Pêşengên Rojhilata Navîn jî dixawzin dewleta din dagir bikin û li ser wê axê serdes be. Em dikarin vir mînak bidin. Di dema nêz de Rojava û Îranê li hember rojhilat şer da destpêkirin. Zextên Israîlê yên li hember Fîlîstînê hene. Ev bi giştî ji ber serdestiya tê xwestin tê kirin. Dewlet ji ber bibin xwedî dewlemendiyên vir vî şerî didin meşandin. Tu eleqeya şer bi ol tune ye. Mijar ne îslamiyet e mijar serdestiya ku tê xwestin bê avakirinê ye.”
 
‘Ola dewletê tune ye’ 
 
Menîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber îslam ku li Rojhilata Navîn zêde ye, hat gotin ku dewlet bin navê Îslamê de serdestiyê dikin. Dewletên ku îdia dikin ku dewleta îslamê ne, rêveberiya îslamî nameşînin. Îran ji ber navê dewleta îslamê li xwe daniye nayê wateya ku delweta îslamî ya rast e. Îran ji aliyê mezheba ku dibêje îslama radîkal e ve tê birêvebirin. Ola dewletê tune ye. Dema mirov li terza jiyana wan dinêrin mirov dibînin ku Îslamê najîn. Çareserî di Îslama rast de ye û divê mirov berê xwe bidin îslama rast.”