ROJEVA 4'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 4 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Kiymet Cengîz ku ji erheja 6’ê sibatê de ye bi zarok û hevjînê xwe re di kon de dijîn nikare bikeve mala xwe ya ku ‘xesarek kêm’ dîtiye. Kiymetê ji bo konteynirê serî li AFAD’ê da û tevî rapora astengdariyê ev daxwaz hat redkirin. DÎMEN HEYE
 
*Jin der barê salvegera komployê de axivîn û diyar kirin ku wê komplo negihêje armanca xwe. DÎMEN HEYE
 
* Li Dîlokê piştî erdhejê salekê çi bû, çi hat kirin. Di encama hewldanan de me dît ku tablo wek roja ewil e û tu tiştek neguheriye, kavilên li erdê, avahiyên xesara giran girtine, konteynirên 21 metre kare. DÎMEN HEYE
 
*Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku di şerên li Rojhilata Navîn tên jiyîn de yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in û got sedema şer ne Îslamiyet, sedem daxwaza serdestkirinê ye. DÎMEN HEYE
 
*Ji Însiyatîfa Welatiyan Zeynep Akinci da zanîn ku ew meclîsên ji mêran ava dibin naxwazin û got wê jin cudahiyek mezin biafirînin. Zeynebê wiha got: “Jinên bi hêz û bi tecrube hene. Çima evqas ji van jinan ditirsin.” DÎMEN HEYE
 
* Kedkara malê Lutfiye Îlhan diyar kir ku divê dewlet ji kedkarên malê re btuçeyekê veqetîne û got: “Jin di pergalê de du caran dipelçiqin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin.”DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz ku di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digire, destnîşan kir ku wan rêya sêyemîn dane pêşiya xwe û banga"Meşa Mezin a Azadiyê geş bikin" kir.  DÎMEN HEYE