Li Ewropayê greva birçîbûnê di roja duyemîn de ye

  • 21:04 3 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , li bajarê Basel Swîsreyê dest bi greva birçîbûnê hatibû kirin û grev  di roja 2'yemîn de didome.
 
Bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle, li Koln ê Almanyayê, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilistanê û Basel ê Swîsreyê bi awayekî hemwext dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kirin. Sosyalîstên li BEKSAM (Navenda Çand û Hunerê ya Perwerdehiyê ya Baselê) ya Baselê greva birçîbûnê didomînin, îro li Qada Clara hatin cem hev û li vir çalakî li dar xistin.
 
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger (DGB) jî beşdarî çalakiya ku di pêşengiya TSP’ê de di hefteya ewil a her mehê de li dijî tecrîdê û binpêkirinên giran ên mafan ên li ser girtiyan tê lidarxistin bûn û di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş ên giran hatin hilgirtin. Di çalakiyê de metna çapemeniya bi Elmanî hate xwendin, li ser navê AVEG-KON'ê çalakgerê greva birçîbûnê Alî Orak daxuyanî da.
 
Alî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên 69 roj in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê didomin û rewşa girtiyên nexweş ên giran û got: "Em weke sosyalîst li dijî pêkanînên dijmirovahî û şikandina tecrîdê li qadan bin.” Alî di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê , Konseya Ewropayê (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî tecrîd, binpêkirinên giran ên mafan û êrîşên qirkirinê yên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê rexne kir. 
 
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BL) axaftin hat kirin. Di axaftina ku greva birçîbûnê hat silavkirin de, banga tevlîbûna meşa dirêj a bi pêşengiya enternasyonalîstan ku di 10-15’ê Sibatê de ji  Baselê heta Strasboûrgê bê lidarxistin û mîtînga navendî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin, hate kirin.
 
Piştî axaftinan çalakvan vegeriyan BEKSAM'ê û li wir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam kirin.Greva birçîbûnê ya ku tevahiya rojê ji aliyê saziyên şoreşger ve tê ziyaretkirin wê êvara Yekşemê bi dawî bibe.