Nobeta Edaletê ya Stenbolê di roja 53’emîn de didome

  • 18:17 3 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL- Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 53’an de berdewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya Stenbolê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Rêveberên ANYAKAY-DER, parlamenterên EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan, endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina, endamên Meclisa Ciwanan ên partiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên Sûltangazî, Kuçukçekmece, Beyoglû û Navenda Çandê ya Guney serdana nobetê kirin. 
 
 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’ 
 
Parlamenterên EMEP’ê Îskender Bayhan axivî, bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Bayhan, qala polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatê yên têkildarî pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Ji bo em van teşhîr bikin û tecrîd teqez were rakirin û jinûve pêvajoya çareseriyê ya siyasî dest pê bike em bi hev re têdikoşin.”
 
Endamê Navenda Çanda Guney Nûrettîn Seyrek jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Divê em weke şoreşger, sosyalîst û welatparêz di vê têkoşînê de bi hev re bin. Hewl dan bi sedsalan li welatê me, li bakurê Kurdistanê me asîmîle bikin, zimanê me, çanda me, her tiştên me, axa me dagir bikin, lê bi ser neketin, wê bi ser nekevin.”
 
Endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina jî banga xwedîderketina Nobeta Edaletê li hemû beşên civakê kir û wiha got: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku li vir bi we re me. Ji ber vê yekê ez jî serbilind bûm ku bi dayika xwe re hatim vê derê. Mesele hevgirtin û di her şert û mercî de bi hev re bûn e.”
 
Çalakiya nobetê ku peyama heta daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk neyên têkoşîn dê bidome hate dayîn, bi klamên dengbêjan gotin û çepikan bi dawî bû.