Di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê de banga bidawîkirina tecrîdê

  • 16:39 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi tevlibûneke xurt dewam kir. Di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ya li avahiya DBP'ê îro ji aliyê Dayikên Aştiyên yên ji Dêrikê hatin û xizmên girtiyan ve hate dewrgirtin. Gelek kes çûn serdana nobetê û stran, helbest hatin xwendin. Kesên hatin serdanê li ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sohbet kirin û Dengbêj Hacer kilam got. Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi tevlibûneke xurt dewam kir. Di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin. 
 
Rêveberên MED-TUHADFED'ê yên ji Amedê hatin jî serdana çalakiyê kirin. Orhan Işık li vir bal kişand ser Meşa Azadiyê û got ew ê serhildanê mezin bikin.