782 caran li aqubeta windayan pirsîn

  • 14:52 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê li dar xistin de aqûbetên Kemal Mubarîz û Cuneyt Aydinlar pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windakiriyan, bi dirûşma “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” çalakiya xwe ya 782’emîn, li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di qada ku çalakî lê hatiye lidarxistin de, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate vekirin û malbatan, wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kemal Mubarîz ê di 1’ê sibata 1994’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn. Endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Mubarîz xwend. 
 
Piştî xwendina çîroka Kemal, deqîqeyekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
Êlih
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û xizmên windakiriyan jî 618’emîn çalakiya xwe li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda werin dîtin faîl werin darizadin” hate vekirin û wêneyên kesên windakirî hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de hatiye windakirin û careke din agahî jê nehatiye girtin, pirsî û çîroka Aydinlar xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.