Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû

  • 09:42 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhejek çêbû. 
 
Li gorî pîvana Richterê li navçeya Gever a Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû. Erdheja ku bajarên derdorê jî pêhesiyan bû sedemê tirsê. Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej saet di 06.09’an de 7 kîlometre di bin erdî de çêbûye. 
 
Walî Alî Çelîk jî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî erdhejê daxuyanî da. Çelîk di parvekirina xwe de wiha got: “Piştî erdheja bi pileya 4.3 çêbû heta niha tu rewşeke neyînî derneketiye holê.”