ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN

  • 09:00 3 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên der barê komploya 15’ê Sibatê de diyar  dike ku di pêvajoya li Rojhilata Navîn bû tevî hemû zext û êrîşan ‘3 xebatên destanî’ kiriye.
 
*Ayşe Gokkan a li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, beriya hilbijartinan di mijara tifaqên sexte de hişyarî kir û ji bo namzetên DEM Partiyê jî got: “Li gorî paradîgmayan, li gorî biryarên hevpar bêyî ku ji van dur bikevin tevbigerin. Xwedî li rewabûna mirovahî, wijdanî û ahlaqî derkevin. Bedel çi dibe bila bibe. Bila nekevin pozîsyonên burokratîk. Ev ji bêîtîbariyê wêdetir tiştekî nade qezenckirin.”
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya tevli "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hatiye destpêkirin, bû wiha got:"Werin hûn jî bibin yek ji parçeyên vê meşê û em bi hev re daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin." DÎMEN HEYE
 
*Di ser erdheja 6’ê Sibatê de salek derbas bû û bandora wê hîna didome. Di her qada jiyanê de windahî çêbûn û windahiyan nehişt mirov vegerin jiyana normal. Jina bi navê Şukranay Yîgît diyar kir ku jiyana wan a civakî qediyaye û 24 saetên wan di 21 metrekareyê de derbas dibe.  DÎMEN HEYE