Ji bo tahliyekirina Muhlîse Karaguzel serlêdan hat kirin

  • 18:33 2 Sibat 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzeran ji bo taloqkirian înfaza girtiya nexweşa giran Muhlîse Karaguzel ya li girtîgeha Tîpa F ya Menemenê girtiye, serî li Dozgeriya Girtîgeh û Girtîgeha Menemenê da.
 
Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 61 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, di 4’ê Gulana 2023’an de ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk.  Muhlîse di 22-26’ê Çile de du caran anjiyo bû û 26’ê Çile de dîsa rakirin nexwşexanê. Doktoran got divê Muhlîse ji dil emelyat bibe.  Ji bo emelyatê hatibû gotin ku divê malbat erê bike. Malbatê ji bo emelyatê daxwaz erê kir û hîna dîroka emelyatê diyar nebûye.
 
Parêzeran ji bo tahlyekirina Muhlîse Karaguzel ya li girtîgeha Tîpa F ya Menemenê girtiye, serî li Dozgeriya Girtîgeh û Girtîgeha Menemenê dan.