Nobeta Edaletê: Bila demildest li Îmraliyê hevdîtin pêk were

  • 15:12 2 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Di Nobeta Edaletê ya Amedê de xizmên girtiyan gotin:" Bila demildest li Îmraliyê hevdîtin pêk were."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 58'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Odeya Endezyarên Ceyranê û gelek welatî çûn serdana nobetê. Xizma girtiyan Halime Topuz da zanîn ew piştgiriyê didin meşa ji bo azadiyê tê lidarxistin û got :" Bila demildest li Îmraliyê hevdîtin pêk were."
 
Nobet bi dirûşm, stran, çepik û tilîliyan dewam dike.