'Ev sedsal a jinan û gelê kurd e'

  • 13:52 2 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî hilbijartinên xwecihî daxuyanî da û wiha got: “Ev sedsal a jinan û gelê kurd e. Dem dema şandina qeyûman e.” 
 
Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî li avahiya xwe daxuyanî da. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê, hevserok û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di daxuyaniyê de axivî û Meşa Mezin a Azadiyê silav kir. Sûltan got ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hilbijartinan girîngtir e û wiha domand: “Heta birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe, em şaredariyan bi dest bixin jî dê encamekî bi xwe re neyîne. Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin dengê kurdan qut bikin. Ev sed sal dê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û gelê kurd. Dem dema jinan û kurdan e. Dem dema şandina qeyûman e.” 
 
'Em meşê silav dikin'
 
Piştre jî metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ve hate xwendin. Abbas, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ji bo bidawîkirina siyaseta qirêjî ya ku li ser birêz Abdullah Ocalan ê 25 sal in dîl hatiye girtin û 36 meh in di tecrîdeke giran de ye bê bidawîkirin, meşa azadiyê hatiye destpêkirin û em meşê silav dikin.” 
 
Spasiya gel hat kirin
 
Di berdewamê de Abbas got ku wan piştî hilbijartinên gulanê biryara pêşhilbijartinê dane û wiha pê de çû: “Me gotibû ku dê namzetên me ji hêla gel ve bên hilbijartin. Tenê li Amedê û 17 navçeyên me bi tevlibûna bi hezaran delegeyan pêşhilbijartin hate kirin û me namzetên xwe diyar kirin. Di serî de dayikên me yên binirx, em spasiya tevahiya gelê me yê çûye ser sindoqan û îradeya xwe nîşan dayî dikin.”
 
‘Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin siyaseta qeyûman’ 
 
Herî dawî jî Abbas ev tişt anî ziman: “Pergala ku em dixwazin bixin meriyetê, yek ji mînakên herî mezin a demokrasiyê ye. Hem ji bo siyaseta cîhanê hem jî ji bo Tirkiyeyê bû tiştekî nû. Ji ber ku em dizanin gel çiqas tev li rêveberiyê bibe, ewqas demokratîk dibe. Pergala me ya ku veguherîna demokratîk esas digire, di heman demê de li dijî siyaseta qeyûman jî derseke mezin e. Em soz didin ku em ê bi feraseta xwe ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, li dijî siyaseta qeyûman bi rêbazên exlaqî û polîtîk bajarên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin siyaseta qeyûman.”