ROJEVA 02'YÊ SIBATA 2024'AN

  • 09:00 2 Sibat 2024
  • Rojev
 
*"Em ji fêkiyên wê fêdeyê digirin, li bin siya wê disitirin, dibe çavkaniya hewaya ku em hilma xwe digirin. Carnan jî wateyê li jiyanê bar dike, bi me dide hîskirin ku em parçeyek xwezayê ne, di lêgerîna wateya gerdunê de çavkaniya ku em pişta xwe dispêrê ne. Dar bi zanîna xwe ya giştî  gerduneke…" JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku komploya ku hêzên navneteweyî pêk aniye bi qasî ku li dijî krudan pêk hatiye li dijî Tirkan jî hatiye kirin. Abdullah Ocalan helwesta xwe ya li dijî vê wiha dinirxîne: “paratsina min li vir pêş xistiye ne xwe dispart helwestek dogmatik ortodoks a klasîk ne jî  xwe xilaskirinê û başkirina şertan. Tişta rê dida ber parastina min, riya çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rumet ya li gorî rastiya civakî û dîroka gelan bû.” DOSYA
 
* Ji Komeleya Havle Rumeysa Çamdereli derbarê hilbijartinên herêmî de rojeva jinên oldar yên musliman ji jinên din cudatir nîne û got: “Stargeh, xwegîhandina mekanîzmayên edaletê, kreş, veguhestina bi ewle ev hemû rojevên me yên hevpar in.” BI DÎMEN
 
*Hevşaredara berê ya Agiriyê Mukaddes Kubîlay ya niha li girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye diyar kir ku pêşhilbijartinên ku DEM Partiyê li 90 navendî pêk aniye  girîng û watedarin û ji bo namzetên nû wiha got: “Divê polîtîkayên qeyûm baş bên vegotin, çavkaniyên cemawerî çawa ji rantê re hatine xerckirin ji gel re bê vegotin. Divê 24 saetan li qadan bin. Di nav gel de bin. Divê gel bê gûhdarkirin, ji daxwazên wan re bibin bersiv.” DÎMEN HEYE
 
*Li Mereşê piştî erdhejê tevî ku salek derbas bû sozên ji bo gel hatibûn dayîn nehatin cih û ligel vê gel mahkumê xizaniyê kirin.Gel li dijî vê koçberî wek çareserî dît û ya ku dewletê pêşkêşî wan kir jî jiyanek bê tendurist ya 21 metrekareyî bû. BI DÎMEN
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di 'Meşa Azadiyê' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cih girt, destnîşan kir ku armanca komployê qûtkirina felsefeya Abdullah Ocalan a ji gel e û  got: “Divê em ramanên Birêz Ocalan bi gel û civakê re parve bikin. Baweriya me gelek mezin e. Bi vê baweriyê em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”BI DÎMEN