Meşvanên Azadiyê li keleha Qersê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirin

  • 20:27 1 Sibat 2024
  • Rojane
QERS - Kesên tevli ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ bûn Keleha Qersê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1976’an de civîn lê pêk anîbû, bi  dirûşmeya ‘bimre koletî, bijî azadî’ ziyaret kirin.
 
Baskê Qesê yê ‘Meşa Azadiya Mezin’ a 15 rojan a  ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  hatiye destpêkirin seranserê rojê bi gel re hatin gel hev û civînên gel pêk anîn. Liser mijarên rojevê sekinin û der barê wateya meşê de axivîn.
 
Piştî civînê Meşvanên Azadiyê çûn Keleha Qersê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1976’an de lê civîn pêk anîbû û dirûşmeyên ‘bimre koletî, bijî azadî’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
Meşvanên Azadiyê sibê wê li Dîgor a Qersê, Tozan a Îdîrê û pişre jî li navenda Îdirê meşe pêk bînin.