Ji bo gumanbarê ku Recîbe qetil kir cezayê muebeta giran

  • 18:13 1 Sibat 2024
  • Rojane
ÎZMÎR- Li Îzmîrê di 28’ê Nîsana 2023’an de gumanbar Kudbettîn Koluman, jina bi navê Recîbe Koluman ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû. Dadgehê der barê gumanbar de bêyî ku ceza daxîne cezayê muebeta giran birî.
 
Biryara runiştina doza der barê gumanbar Kudbettîn Koluman ku li Îzmîrê di 28’ê Nîsana 2023’an de, jina bi navê Recîbe Koluman ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû, li 20’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin.
 
Dadgehê der barê gumanbar de bêyî ku ceza daxîne cezayê muebeta giran birî.