Nobeta li Amedê: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

  • 14:15 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî di roja 57'an de didome û îro di çalakiyê de wiha hat gotin: "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hat dayîn.
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 57'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Rêxistina DEM Partî ya Pasûrê û namzetên hevşaredarên Lîcê serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hat berzkirin.