Ji bo kiryarê tacîzê Burak Ercan ceza hat xwestin

  • 13:03 1 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Dozgerê derbarê cîgirê midûr Bûrak Ercan ê li Cizîrê bi sûcên “tacîz, êriş û îstîsmara zayendî” tê darizandin de mutalaya xwe aşkere kir, xwest ku Ercan Burak were cezakirin. 
 
Nûnerê Kargeha Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê dema li Cizîr a Şirnexê cîgirê midûrê dibistanê bû,  tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Derheqê Burak Ercan ê tacîz kir de bi sedema “Tacîza zayendî” , “Bi rêya destavêtinê îstîmara zayendî li zarokan kiriye” û “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Burak Ercan bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Ji baroyan gelek parêzer û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî danişînê bûn. 
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de ewilî parêzerê xwendekaran Serkan Karakaş mafê axaftinê wergirt. Prz. serkan, xwest ku kiryar were cezakirin û wiha got: “Pêkanînên bersûc sabît in. Beyanên şahidan û gazinkeran hev rast dikin. Ji ber di navbera wan de tu dijminatî nîne jî rewşa ku mexdûr bêbextiyê li ber sûc bikin tune ye û ev yek jî nîşan dide ku bersûc sûc kiriye.”
 
Dozger piştî parastinan mutalaya xwe aşkere kir. Dozger xwest ku ji xwendekaran Ş.S. ji dosyayê bê derxistin û derbarê xwendekarên bi navê B.Ç. û E.Y. de biryara beratê were dayîn. Dozger ji ber kiryarên li dijî xwendekarên bi navê E.Î., B.Y., Z.Y. û B.Î. xwest bersûc were cezakirin.  
 
Bersûc Bûrak Ercan daxwaza demê kir. Parêzerên bersûc û mexdûr jî li dijî mutalayê dem xwestin. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza wan a demê qebûl kir û danişîn taloqî 27’ê sibatê kir.