ROJEVA 01'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 1 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Hanîfe Arslan a ku piştî di sala 1999’an de kurê wê ji aliyên kesên ne diyar ve tê qetilkirin şûnde dest bi têkoşînê dike, ji bo jiyanek azad û aştiyane di nav têkoşînê de cih digire. Hanîfe ya du carin tê girtin, ligel nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku beriya ku rewşa wê xirab bibe em daxwaza berdana wê dikin. BI DÎMEN 
 
* Jinên li taxa Çîmentepe a Konak a Îzmîrê dijîn diyar kirin ku ew dixwazin DEM Partî bikeve hilbijartinan û gotin ger tifaqê bikin jî bila ev tifaq gelan û kurdan bihewînin. BI DÎMEN 
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku komploya 15’ê Sibatê dinirxîne diyar kir ku pêvajoya ji Sûriyeyê derxistin û anîna Tirkiyeyê operasyonek NATO-Gladyoyê ye û ev destpêka pêkhanîna BOP’ê ye. Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku di şerên mezin de her tim hêzên hegemonîk bi ser nakevin. 
 
* Siyasetmedarên jin û jinên ku piştevaniya çalakiya Nobeda Edaletê dikin, diyar kirin ku hem li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hem jî li hember Gelê Kurd tecrîdek heye û gotin: “Ji bo tecrîd bê şikandin çi ji destê me bê em ê bikin. Em paşve gavê navêjin û em nêzî serkeftinê ne." BI DÎMEN 
 
* Dayika Aştiyê Kadriye Oguz ku ji Nobeta Edaletê derket û hat Enqereyê derbarê ku Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye de axivî û got: “Em aştiyê dixwazin ew şer. Em edaletê dixwazin ew direvin. Wezareta dadê ji me reviya. Em dizanin ku ew li vir e. Lê wezîrê dadê ji dayikan reviya.” BI DÎMEN
 
*Tevî di ser erdhejê re salek derbas bû çareserî pêk nehat. Welatî bi êş û windayên xwe re tenê hatin hiştin. Yekane rêbaza çareseriyê jî di bin navê konteynirên 20 metrekareyî de girtîgehên vekirî yên hatine avakirinê bûn. DÎMEN HEYE