Jinan ji Darmstadtê ji bo Abdullah Ocalan qert şandin

  • 19:48 31 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd ên bajarê Darmstadtê ya Almanyayê, di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li meydana Lûîsenplatzê qert şandin Îmraliyê.
 
Çalakî bi pêşengiya jinên Kurd di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan a cîhanî de pêk hat.
 
Jinan li ber postexaneyê daxuyaniyeke kurt dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û gotin, "Rêbertiya me di bin tecrîdeke giran de ye û ev nêzî 3 sal in tu agahî jê nayên girtin. Em piştgiriyê didin kampanyaya ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistanê hatiye destpêkirin.”
 
Jinan dema qert şandin Îmraliyê xwestin tecrîd û qirkirina li ser gelê Kurd bi dawî bibe û banga “Êdî bes e, em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin” kirin.
 
Her wiha ji bo meşa ku wê di 17’ê Sibata 2024’an de li bajarê Kolnê yê Almanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin. 
Çalakî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.