Nobeda li Edenê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' didome

  • 16:59 31 Çile 2024
  • Rojane
 
EDENE - Li Edenê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 59'an de bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" berdewam kir.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 59 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. 
 
Îro Rexistina DEM Partî ya Yuregirê serdana çalakiyê kir. Di çalakiyê de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Çalakvanan di nobedê de daxwazên xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman.