Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê hat serdana DEM Partiyê

  • 13:57 31 Çile 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Sefîrê Delegasyona Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut û şandeya pê re Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret kir. Şande ji hêla hevserokên giştî ve hate pêşwazîkirin. 
 
Sefîrê Delegasyona Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut û şandeya pê re Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kir. Şande, ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de geşedanên siyasî yên heyî hatin nirxandin.