Yilmaz Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin

  • 12:03 31 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Yilmaz Akçîl ku di biryara vekirina Ayasofyayê ji bo taetê û vekişîna ji Peymana Stenbolê îmze kiribû, ji bo endamtiya AYM’ê hate tayînkirin. 
 
Biryara têkildarî bijartina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê yekê; endamê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Yilmaz Akçîl ji nava sê endamên Dadgeha Kargêrî ya Bilind hate hilbijartin û bû endamê Dadgeha Destûra Bingehîn. 
 
Peymana Stenbolê û biryarên Ayasofyayê 
 
Daîreya 10’an a Dadgeha Kargêrî ya Bilind ku Yilmaz Akçîl serokê wê bû, biryara ji bo ku Ayasofya li taetê were vekirin îmze kiribû. Di heman demê de biryara bi îmzeya Erdogan a ji bo betalkirina Peymana Stenbolê jî ji hêla Daîreya 10’an a Dadgeha Kargêrî ya Bilind a Yilmaz Akçîl serokatiya wê dikir ve li gorî hiqûqê hatibû nirxandin.