Daxwaz neyên cih wê bikevin greva birçîbûnê

  • 09:08 31 Çile 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat - Melek Avci
 
ENQERE - Dayik û Dayikên Aştiyê yên ku xizmên wan di grevên birçîbûnê de bûn, li Enqerê bûn û banga pêkanîna edaletê kirin û gotin: "Ger dengê zindanan neye bihistin wê wek dayik bikevin greva birçîbûnê."
 
Dayik û Dayikên Aştiyê ku xizmên wan di grevên birçîbûnê de bûn, duh hatin Enqereyê. Dayikên ku li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê Nobetên Edaletê didomînin, ewil çûn Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Jinên tevli Koma Parlamentoyê ya Jinan a DEM Partiyê bûn,  ji ber ku Wezareta Dadê daxwazawan ya ziyarete qebûl nekir, piştî civîna komê şûnde li ber Deriyê Çapemeniyê ya Meclîsê daxuyanî dan.
 
Dayikên ku li Enqerê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser armanca serdanên xwe.
 
'Ji bo pêkanîna edaletê hatin Enqerê'
 
Dayika Aştiyê Nazîme Yurek ya ji Amedê hat diyar kir ku ji bo edaletê hatine Enqerê û wiha vegot: "Dayik ji bo zarokên xwe û serokatiyê di grevê de ne. 25 sale tecrîd heye û hevdîtin tuneye. Divê ev tecrîd bê şikandin. Heta tecrîd ser serokatiyê neyê rakirin wê tecrîda li zindanan jî bidome. Berê av, şekir û xwê didan. Niha girtyên di grevê de xistine hucreyên yek kesî û tiştekî nadinê. Canê dayika dişewite. Ev ezyete. Ez bang li hemû saziyên biyanî, wezareta dadê dikim. Ji bo tecrîdê bikevin tevgerê û tecrîdê bidawî bkin. Gelo wê ev îşkence heta ku derê bidome.”
 
‘Çiyê we li Efrîn û Rojava heye’
 
Nazîmeyê da zanîn ku ku divê ev îşkence bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em aştî û wekheviyê dixwazin. Mal û warên me talan dikin. Leşkeran dişînin operasyonan û jiyana xwe ji dest didin. Ciwanên kurd li dijî zilmê diçin çiyan. Ev zilm têr nake. Em dibêjin êdî bes e. Çi dixwazin ji me. Gelo çiyê wan li Efrînê heye diçin wir bombebaran dikin? Êdî bes e. Bila ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran bigirîn.”
 
‘Em ê jî bikevin grevan’
 
Cevahîr Temel ya ji Edenê hatiye jî  wiha vegot: “Em aştiyê dixwazin. Lê Tirkiye berovajî vê dikin. Girtî di grevê de ne. Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidome em ê jî di bin tecrîdê de bin. Jin zarok her kes. Em niha di nobeta edaletê dene. Hewce bike em ê jî bikevin grevê. Em li pey edaletê ne. Divê ev cidî bê dîtin. Divê daxwazên me bên cih. Bila ji zindanan cenaze dernkevin. Bila xwîna zarokên me nerêje.”