Li Stenbolê Nobeda Edaletê 49 roj in didome

  • 16:53 30 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 49 roj in didome û di çalakiya îro de banga xwedî li derketina Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurtê di roja 49'an de didome. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo jiyaneke azad tecrîdê têk bibin û bibin dengê zindanan", "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" li xwe kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. 
 
Îro rêveberên ANYAKAY-DER, parêzerên komîsyona hiqûqê, Rêxistina DEM Partiyê ya Avcilarê û Gazîosmanpaşa û welatî serdana çalakiyê kirin. 
 
Hevserokê DEM Partî ya Stenbolê Murat Kalmaz, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û got: "Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Polîtîkayên şer hêj ji didome. Ji bo Birêz Ocalan rola xwe bilîze divê azadiya wî pêk bê. Em ê heta dawiyê têbikoşin û bighijin armanca xwe. Serkeftin dê bibe ya gel."
 
'Mifteya çareseriyê Îmralî ye'
 
Fince Akman piştre axivî û wiha got:"Dewlet li me dinêre dibêje ka gelo vana li berxwe didin an na. Tim me dişopîne çimkî ji gelê kurd ditirse. Loma divê em jî li Abdullah Ocalan ê emrê wî ji bo têkoşîna gelê kurd derbas bû xwedî derkevin. Ne tenê em divê hemû kurd lê xwedî derkeve. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê CPT jî çavên xwe negire û dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Çimkî mifteya çareseriyê Îmralî ye."
 
'Divê hukumet guhê xwe bide vî dengî'
 
Piştre ji Komisyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ya Avcilar Parêzer Emrah Îlarslan, diyar kir wê xwedî li çalakiya dayikên Nobeta Edaletê derkevin û wiha got:"Li girtîgehan girtî li derve jî dayik li berxwe didin. Divê em hemû deng bidin vê têkoşînê. Divê diyalog bi Îmraliyê re bê danîn. Divê her kesên aştiyê diparêzin piştgiriyê bidin."
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Avcilar û Rêxistinên Gaziosmanpaşa yên navçeyê çalakiya nobetê dewr girtin. 
 
Çalakiyê bi stran, tilîliyan û dirûşman bi dawî bû.