Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 47'an de dewam kir

  • 17:01 29 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi tevlibûna gelek kesî di roja 47'an de dewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 47’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Serdanên ji bo çalakiyê berdewam in. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên  Girtî û Hikûmxwaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), erokê CHP’ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn û şandeya pê re jî hate serdana çalakiyê. Beşdaran, di serdanan de biryardariya xwe ya têkoşînê anîn ziman.