Di Nobeta Edaletê de peyama bidawîkirina tecrîdê

  • 17:00 29 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 23'yemîn de dewam kir.
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan hatiye destpêkirin de li avahiya DBP’a Bajêr di roja 23’yemîn de berdewam kir. Di nav kesên serdana çalakiyê kirin de dengbêj Hacerê jî cihê xwe girt. Dayika Aştiyê Ferha Akbûlût a di Nobeta Edaletê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan li ser hemû gelan tê sepandin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Akbûlût di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê tecrîd bê rakirin. Rê diyar e. Em azadî, aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Bila hemû dayik dest bidin hev du, em naxwazin xwîna kesî birije. Banga me ji hemû dayikan re heye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Bi şer û xwînê çareserî nabe. Çareserî bi diyalogê pêkane. Em dibêjin êdî bes e. Bila ev xwîn bisekine, tecrîd rabe.” Dayika Şirîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, Kadriye Keskîn jî anî ziman ku dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, hemû girtî bên berdan û got: “Em ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin.”