Nobeda li Wanê: Edalet ji bo her kesî hewce ye

  • 15:21 29 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 56'an de berdewam dike. Di çalakiya îro de peyama "Edalet ji bo her kesî hewce ye" hat dayîn. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 65 roj in didome. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli,  endamên Dayikên Aştiyê yên Erdîşê û gelek welatî îro serdana nobedê kirin. 
 
Di nobedê de dayika Kamûran Çakir ê girtî Azîze Çakir, axivî û got: "Bi têkoşîna kurd nasnameya xwe nas kirine. Em tu carî naxwazin ku dilê dayikan bişewite. Em aştî û aramiyê dixwazin." 
 
Dayika Mert Ekînci ê girtî Şefîka Ekîncî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha axivî: "Em wek dayikên aştiyê aştiyê dixwazin. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe girtiyên me azad nabin." 
 
Bavê Taner Ergun ê ku li Girtîgeha Kalkanderê ye Salîh Ergun jî axivî û wiha bal kişand ser bandora tecrîdê: "Tecrîd niha belavî hemû girtîgehan bûye. Her wiha li girtîgehan her ku diçe girantir dibe. Girtî niha ji bo jiyana wekhev û demokratîk a gelê xwe di greva birçîbûnê de nin. Ji bo nasnameyên xwe li girtîgehê ne. Em tiştên ji me hatî girtin daxwaz dikin. Edalet ji bo her kesî hewce ye. Ne tenê ji bo kurd ji bo hemû gelan azadî hewce dike. Niha li hemberî Gelê Kurd êrişeke bêehleqî tê meşandin. Em wek Gelê Kurd daxwaza rakirina tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan dikin. Çalakiya me heta hevdîtin pêk bê dê berdewam bike."
 
Çalakî bi xwendina helbestan, bi gotina stranan û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dike.