Li Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin

  • 14:26 29 Çile 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji ber barîna berfa zêde li Şirnexê rêyên 20 gund û gundikan hatin girtin. 
 
Li Şirnexê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên gelek gund û gundikan hatin girtin. Li deverên bilind ên bajar zêdetirî 3 metreyan berf bariyaye. Li navenda Şirnexê rêyên 2 gund û gundikekî, li navçeya Qilebanê rêya gundekî, li navçeya Elkê jî rêyên 9 gund û 7 gundikan hatin girtin. 
 
Her wiha rêya di navbera Şirnex û Colemêrgê de ev 4 roj in girtî ye. Rêbeja di navbera Şirnexê û navçeya Dihê ya Sêrtê de jî ji ber berfê hate girtin.