Di mehekê de 32 kes li Efrînê hatin revandin

  • 10:27 29 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, dewleta tirk û komên girêdayî wê di vê mehê de 32 welatiyên ji kantona Efrîna dagirkirî revandine.
 
Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên 32 kesên ku di meha Çileyê de hatine revandin eşkere kirin. Li çavkaniyên herêmî ew kes ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve li kantona Efrînê hatine revandin.
 
Di Adara 2018'an de dewleta tirkû komên girêdayî wê piştî êrişeke hewayî û bejayî ya berfireh û piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên Efrînê, kantona Efrînê dagir kir.
 
Navendê wiha da xuyakirin:
 
2'yê Çileya 2024'an
 
Çeteyên ´Artêşa Nîştimanî´ (Silêman Şah/Emşat) welatiyên bi navên Rifet Behcet Hisên, Zekî C, Zekeriya Mihemed Reşîd (51) revandin. Sedema revandinê ew e ku wan 10 hezar dolar a baca li ser kargeha wan a zeytûnê ya li gundê Qermîtliq nedan serçeteyê bi navê Ebû Emşe.
 
Çeteyên Emşat Derar Mehmûd Mustefa Dawûd revand. Ji ber ku Dawûd red kir ji mal xwe derkeve û Ebû Emşe jî bi hinceta li gel wî belgeyên milkiyetê tune ne û mal a pismamê wî ye, hewl da male desteser bike.
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî- Ewlekariya Siyasî Kawa Ehmed Mihemed dema ku li ser taksiyê li navenda bajarê Efrînê dixebitî revandin. Ew jî ji gundê Qaşa yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye.
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî Arif Omer Elî (36) piştî ku ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin û gihîşt bajarê Ezazê, revandin. Ew jî ji gundê Meydankê yê navçeya Şera ye.
 
3'yê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî-saziya îstîxbaratê bi ser gundê gundê Goliya Jorîn ê navçeya Reco girt û ev welatî revandin; Henîfe Silêman Silêman (20) û Zeyneb Silêman Silêman (21). Piştî dagirkirina Efrînê di 2018'an de ew keç hatin revandin û wê demê ew 15 û 16 salî bûn û piştî dayîna nêzî 11 hezar dolar ew hatin berdan.
 
Polîsên Sivîl (îstixbarat) Hesen Eslan Bekir Kote (46) ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revand.
 
5'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Sivîl) Henîf Behrî Bekir (47) ê ji navçeya Bilbilê revand. Henîf Behrî dema li daîreya nifûsan nasnameya xwe ya şexsî derdixist, hat revandin û ber bi girtîgeha Maratê hat veguhastin.
 
9'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) 4 zarok ji bajarokê Cindirêsê revandin, ji wan Aşiq El Emûrî (7), Eshed El Ewêd (3) û Alaa Camûs (3).
 
10'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Artêşa Nîştimanî Delîl Mustefa (32) yê ji gundê Maratê revand.
 
Çeteyên Polîsên Sivîl Sebrî Mihemed Şêxo (60) yê ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
 
12'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Silêman Şah ên li gundê Kurzêlê yê li gundewarê EFrînê muxtarê gund Ebdo Necar û hin şêniyên din bi bihaneya nedana bacan (5 hezar dolar) revandin û êşkence li wan kirin.
 
13'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Siqûr El Şemal ên bi rêveberiya Hesen Xeyriye, Îbrahîm Mihemed ê ji malbata Sito (38) ji gundê Ebûdanê revand û ji bo berdana wî pere xwestin.
 
14'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Polîsên Sivîl hin welatiyên gundê Goliya Jorîn ê navçeya Reco revandin. Ji wan Elî Mehmûd Silêman, Fatme Mihemed Silêman û Reyhane Mihemed Yûsif. Heman çeteyan herdu xwişkan Zeyneb û Henîfe Silêman di heman mehê de revandine.
 
18'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Polîsên Leşkerî Ebdo Reşîd Henan (45) ê ji gundê Çolaqa yê Bilbilê li ser rêya bajarê Ezazê revand. Ebdo berê ji aliyê çeteyên Firqeya 9'an ve hatibû revandin û piştî dayîna pereyan ew hatiye berdan, her wiha malê wî hîn di destê çeteyên Artêşa Nîştimanî de ye.
 
19'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Polîsên Leşkerî jina temenmezin Almaz (65) ku bi xwe hevjîna Mihemed Birîm ê ji gundê Hecîka ye, li navenda navçeya Reco revand.
 
23'yê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Ewlekariya Siyasî li gundê Goliya Jêrîn welatî revandin. Ji wan Mihemed Mehmûd Silêman (53) û Mustefa Mihemed Bekir (33).
 
Her wiha welatiyê temenmezin ê ji gundê Elemdara yê ji navçeya Reco Elî Omer (71) hat revandin. Her wiha endazyar Remzî Hac Reşîd ê ji heman gundî ku di Kanûna 2022'yan de hatibû revandin heta niha bê dadgehkirin revandî ye.
 
24'ê Çileya 2024'an
 
Çeteyên Polîsên Leşkerî li bajarê Efrînê Fîras Xelîl Nûrî (40) ê ji gundê Dêrsewanê ku li sûka bajêr dixebite, revand.