‘Deng bidin Nobeta Edaletê’

  • 09:05 29 Çile 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal da zanîn ku divê hemû civak deng bidin Nobetên Edaletê û ji bo rakirina tecrîdê li her derê bayê azadî û demokrasiyê  bê. Kamîleyê wiha vegot: “Divê deng bidin daxwazên girtî, malbat û civakê. Yên vî welatî bi rêve dibin ger ku bixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê gavê bavêjin.Her kesên ku başiya welat dixwazin divê deng bidin Nobetên Edaletê.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin ev 35 meh in tu agahî  nayê girtin. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman daxwazê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmên girtiyan dest bi Nobetên Edaletê kirin. bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) di 13’ê Kanûna 2023’an de li Stenbolê çalakiya Nobeta Edaletê hat destpêkirin û bi piştevaniyek mezin didome.
 
Hevseroka Komeleya Şopandina Koçkirinê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal der barê Nobeta Edaletê de axivî.
 
Karneya demokrasiyê ya Tirkiyeyê: Qanûn pêk nayên
 
Kamîleyê da zanîn ku Nobeta Edaletê di çarçoveya çalakiyên kampanyayê de ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Me wek rêxistina civaka sivîl nobet ziyaret kir. Em li karneya demokrasiyê ya welat dinêrin, divê em qanûnan binêrin. Xwedî çiqas qanûnên demokratikin divê em li vê binêrin. Gelo ev qanûn pêk tên. Her kes êdî pirsgirêkên girtîgehan dizanin. Agahiya her kesî jê heye. Lê çarserî tuneye. Qanûn pêk nayên.”
 
‘Ji bo rakirina tecrîdê divê bayê azadiyê bê’
 
Kamîleyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye û gel bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Kamîleyê wiha dirêjî daye: “Divê pirsgirêk bên dîtin. Tecrîd tê wateya binpêkirina maf û azadiyan. Niha li Îmraliyê tecrîdek giran heye û bandor li ser hemû girtîgehan û civakê jî kiriye. Ji bo ev tecrîd bê rakirin divê bayê demokrasî û azadiyê bê.”
 
Kamîleyê daxuyakirin ku tiştên ku penaber li Navendên Şûnde Şandinê (GGB) dijîn girêdayê tecrîdê ye û di vê mijarê de jî got: “Îro penaber di riya penaberiyan de bin bipêkirina mafan re tên rû hev. Ev tecrîde. Tecrîdê bandor li ser her derê kiriye. Divê em beriya her tiştî ji tecrîdê xilas bibin. Ji bo em ji vê xilas bibin divê em guh bidin dayik, jin û ciwanan.”
 
‘Divê daxwazên gelê Kurd bên guhdarkirin’
 
Kamîleyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Hilbijartinên herêmî derfetek mezin e. Divê ev derfet baş bê bikaranîn. Divê daxwazên gelê Kurd li ber çavan bê girtin. Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd divê gav bên avêtin. Divê dengê dayikên di Nobeta Edaletê de bê bihistin. Daxwazên wan mafdarin. Dayik di daxwazên xwe de mafdarin. Divê ji bo aştiyê gav bê avêtin. Daxwaza malbatan li ber çavan bê girtin. Em dixwazin li welatekî wekhev û demokratîk bijîn. J ibo vê divê em bi hev re tevbigerin.”