'Ya li ser piyan digire heqîqet e'

  • 09:04 29 Çile 2024
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Berîn Sari ku tevî înfaza wê qedya ji aliyê Lijneya Îdare û Şopandinê ve berdana wê hat astengkirin binpêkirinên li girtîgehan vegot û da zanîn ku ya ku girtiyan li ser piyan dihêle heqîqet e.
 
Ji Çileyê 2021’ê heta niha bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê  tahliyeya girtiyên siyasî tê astengkirin.  Yek ji van girtîgehan ya ku ev pêkanîn lê pêk tên jî Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Berîn Sari ya li Sîncanê dimîne tevî cezayê wê qedyabû  nedihat tahliyekirin û di 4’ê Mijdara 2023’an de hat tahliyekirin.                                            
 
Berîn ku 7 sal û nîvan girtî ma ji JINNEWS’ê re der barê jiyana li girtîgehan û binpêkirinên mafan de axivî. 
 
*7 sal û nîv çawa derbas bûn?
 
Em girtiyên polîtîk jiyana me jî polîtîk derbas dibe. Çawa em li derve nasnameya xwe diparêzin em li wir jî wisa dikin. Em wisa li berxwe didin. Çar aliyê mirovan digirin. Her tiştî ferz dikin. Lê me ev ferzkirin qebûl nedikir. 7 sal û nîva min bi berxwedanê derbvas bûn. Bi salane li girtîgehan berxwedan didome. Min pergal ji nêz ve nas kir. Ji ber çar aliyê me bi pergalê pêçayîbû. Min li wir wateya berxwedanê baş fêm kir. Wek jinekê bandora tiştên dihat jiyîn cuda bû. Rêbaza îşkenceya li ser jin û mêr tu car ne wekhev e. Li dijî êrîşan me li ber xwe dida. Me jiyanek komunal derbas kir. Me di jiyana komunal de israr dikir.
 
Li girtîgehan li dijî derve xesasiyetek mezin ava dibe. Pirsgirêkên derve li girtîgehan pir kûr û mezin tên dîtin. Ji ber me her tim pêvajo dişopand. Me xwe berpirs didît.  Mirov dizanin ku ji ber  bedel hatiye dayîn girtî ne. Ji ber vê mirov digot em zêdetir xwedî lê derkevin. Belê rast e zindan ne xweşe lê me xweş dikir. Me jiyan bi îrade û fikrên xwe xweş dikir. 
 
"Li girtîgehan jin zext û tundiyê pir hîs dikin. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da, gelek girtiyên nexweş hene. Tevî evqas neyînî jiyana komunal tunebe wê tablo hîn bêtir giran be. Ji ber vê li girtîgehê jiyana komulnal girîng e"
 
*Li girtîgehan jiyanek komunal a çawa heye?
 
 Jiyana komunal wisa bi ferzkirinê dernayê holê. Kesên komunalîteyê nas bikin, vê çandê ferz dibînin. Em niha dinêrin ku mirov ji hev û ji civakê her ku dur dikevin zirarê dibînin. Pirsgirêkên civakî jî ji ber wê dertên holê. Dema ku mirov di alî aborî û manewî de bi hev re tevbigerin wê pirsgirêk jî çareser bikin. Ji ber vê li girtîghê em bi çanda komunal dijiyan. Rêhevaltî jî parçeyê vê yê herî girîng e. Jiyana girtîgehê ji ber zextan, dijhiqûqiyan pir zehmet dibe. Li girtîgehan jin zext û tundiyê pir hîs dikin. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da, gelek girtiyên nexweş hene. Tevî evqas neyînî jiyana komunal tunebe wê tablo hîn bêtir giran be. Ji ber vê li girtîgehan jiyana komunal pir girîng e
 
"Pergalê bi vê tecrîdê xwest pira navbera gel û Birêz Ocalan hilweşîne. Xwestin wî ji gel qût bikin."
*Ligel jiyana komunal, girtîgeh di heman demê de cihên tecrîd û îşkenceyê ne? Bi taybet hûn girtiyên jin çawa bi bandor dibûn?
 
Tecrîd dijhiqûqî, dijahlaqî û dijwijdanî ye. Tu kes nikare mirovan li gorî xwe bi kar bîne. Mafê jiyanê li gorî kes nikare bê pîvan. Tecrîd bi binpêkirina maf xistin dewrê. Hêz û rêbertiya Birêz Ocalan dîtin û xistin bin tecrîdê. Pergalê bi vê tecrîdê xwest pira navbera gel û Birêz Ocalan hilweşîne. Xwestin wî ji gel qût bikin. Pergala Îmraliyê jî pergalek musaît bû. Li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku kesek li gravekê bê girtin. Berê ev di efsûneyan de hebûn. Di efsaneyan de leheng dihatin girtin û ji civakê dihatin qutkirin. Ji civakê îzole dikirin û bi vê cezayê herî mezin didan. Ev wek mirinê ye.
 
Li Sîncanê jî bi taybet dema pandemiyê de tecrîd pir giran hat hîskirin. Pêvajoya pandemiyê ji bo wan bû hincet. Gelek mafên me beriya covîdê bidest xistibû ji detsê me hatin girtin. Piştî covîdê ev pêkanîn hatin ferkzirin. Me dizanibûn ev ne tedbîrên koronayê ne. Ger ev tedbîrên koronayê bûna wê nehatibana koxuşan û lêgerîn nekiribana. Lê gardiyan ji derve dihatin û di navbera me de digeriyan. Li aliyê din jî nedihiştin em bi hevalên xwe re bên gel hev. Ev nakokiyek mezin bû. Pergala tecrîdê li her girtîgehê belav kirin. Gelek polîtîka meşandin. Hele ku li Sîncanê zêdetir meşandin. Koxuş 24 saetan hatin îzolekirin. Kabîneyên telefonê ji bo vê anîn koxuşan.  Piştî mafê lêgerîna bi dîmen rakirin. Hevdîtinên normal yên telefonê dihatin birîn. Dengê malbatan nedihat me. 
 
"Lê her ku dema girtinê dirêj dibe nexweşî zêde dibin an jî kesekî nexweş yê nû tê girtin li hundir hîn bêtir giran dibe."
 
*Li Sîncanê niha çend girtiyên nexweş hene? Polîtîkayek çawa li ser girtiyên nexweş tê meşandin?
 
Ya rast niha li girtîgehê kesekî ku ne nexweşe  tuneye. Ji ber şertên girtîgehê û polîtîkayên tên meşnadin gelek pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Her girtiyek teqez nexweşiyek wan heye. Lê her ku dema girtinê dirêj dibe nexweşî zêde dibin an jî kesekî nexweş yê nû tê girtin li hundir hîn bêtir giran dibe.  Ji ber vê salên dawî de me gelek winda da. êşa wan me ji kûrahî hîs kir.Li sîncanê ji 60’î zêde girtiyên jin hene. Her jinek teqez nexweşiyek wê heye. Bêguman yên giran hene. Selver Yildirim, Ozge Ozberk, Pinar Tîkît, Nedîme Yaklav ji van nexweşên giranin. 
 
"Ev lijne dibêje ‘êdî jiyana  te di detê min de ye ez çi  bêjim tuyê wê bikî’.  Heta em hinek jî pêş de biçin dibêje ku ‘ez bixwazim tuyê bijî ez naxwazim tu nikarî bijî"
 
*1’ê Çileyê 2021’ê de lijneya Îdarî û Şopandinê ket meriyetê. Kar û barê vê çi ye, çi dike?
 
Ev lijne li gorî qanûnên heyî jî ne hiqûqî ye. Li ser nirxên mirovan hatine avakirin. Pergalek dijahlaqî ye. Tu kes nikare der barê jiyana mirovan de her tiştî di bin kontorla xwe de bihêle. Qanûn jî nikarin mafê mriovan asteng bikin. Mafên qanûnî yên di DMME û AÎHS’ê de hene.   Ev lijne dibêje ‘êdî jiyana  te di detê min de ye ez çi  bêjim tuyê wê bikî’.  Heta em hinek jî pêş de biçin dibêje ku ‘ez bixwazim tuyê bijî ez naxwazim tu nikarî bijî’. Ji ber mafê jiyanê binpê dikin. Mafê jiyanê di ser her tiştî re ye. Lijneya îdarî û şopandinê mafê jiyanê yê girtiyên muebeta giran ji dest digire.
 
Di pêvajoya girtina min de hewl dan me her tim derxin lijneyê. Lê me dizanibû  ku me derxînin lijneyê wê pirsên hebûna me înkar dikin bipirsin. Digotin hebûna xwe înkar bikin. Ez ji ber vê qet derneketim lijneyê.   Hevalên me yên derdiketin digotin, " Li Sîncanê heta niha hevalên me yên cezayên wan qedyan nehatine tahliyekirin."
 
"Gardiyanan em temaşe dikirin. Li cihên komî kamera hatin bicihkirin. Her wiha dîsa uslub û nêzîkatî pirsgirêkek mezin bû."
 
*Girtîgeha Jinan a Sîncanê wek cihê pîlot yê binpêkirina mafan lê tê jiyîn tê venasîn. We binpêkirinên çawa dîtin?
 
Lêpirsînên dîsîplînê pir navdar bûn. Wek alava tehdîdê bi kar dianîn. Di her mijarê de lêpirsîn dihatin destpêkirin. Silavdayîn, stranên Kurdî dibûn sedema lêpirsînê. Mafê me heta ji destê wan dihatin sînor dikirin. Min û hevalên xwe di koxuşê de strana Aşik Mahsunî Şerîf ya ‘yuh  yuh’ got. Ev wek dirûşme nirxandin û lêpirsîn vekirin. Lê me berat kir. Her lêgerîna koxuşê pirsgirêkek mezin bû. Vedigueherî îşkence yê. Lêgerîna ser cil û bergên me wek tacîzê bû. Me çiqas gilî kir jî encmaek negirt. Li paçeyên koxuşên me yên li korîdoran dinêrin fîlm cam lêdan. Gardiyanan em temaşe dikirin. Li cihên komî kamera hatin bicihkirin. Her wiha dîsa uslub û nêzîkatî pirsgirêkek mezin bû.
 
"Divê em li dijî vê zilmê dengê xwe derxin û li berxwedana li zindanan xwedî derkevin."
 
*Niha li girtîgehan grev heye. Hûn dixwazin çi bêjin?
 
Ez hevalên di grevê de silav dikim. Li wir jiyan li ser çanda berxwedanê hatiye avkairin. Ji ber vê ji bo me nirxek mezin e. Di 2019’an de ez jî 90 rojî di greva birçîbûnê de mam. Hest û nêrînên di grevê de pir cuda ne. Lê ji derve mêzekirin pir cuda ye. Mirov li wir xwe di alî wijdanê de rehet hîs nakin. Girtiyan ji bo me jiyana xwe danîne holê. Ev berpirsyariyek mezin e. Di tu baweriyê de titşek wisa tune ye. Di baweriyan de ya herî girîng mafê mirovan e. Divê em li dijî vê zilmê dengê xwe derxin û li berxwedana li zindanan xwedî derkevin.
 
Berîn Sari ki ye?
 
Berîn di 18’ê Nîsana 1996’an de li Nisêbîn a Mêrdînê hat dinê, dibistana navîn û seretayî-lîseyê li Nisêbînê temam kir. Piştre tevli xebatên siyasî û civakî bû. di 11’ê Gulana 2016’an de dema li zanîngeha Bîtlîs Eren xwendekar bû hate girtin 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Di 2019’an de 90 rojî di greva birçîbûnê de ma. Berîn ku divê 20’ê Kanûna 2021’ê de bihata berdan Lijneya Şopandin û Îdarî tahliyeya wê atgeng kir. Berînê di 4’ê mijdara 2023’an de ji girtîgeha Sîncanê tahliye bû.