ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 29 Çile 2024
  • Rojev
*Berîn Sari ku tevî înfaza wê qedya ji aliyê Lijneya Îdare û Şopandinê ve berdana wê hat astengkirin binpêkirinên li girtîgehan vegot û da zanîn ku ya ku girtiyan li ser piyan dihêle heqîqet e. DÎMEN HEYE
 
*Butçeya 2024’an ya di meha kanûnê de hat qebûlkirin nîqaşên wê didomin. Jinan diyar kirin ku butçe û çavkanî ji şer û çekan re tê veqetandin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal da zanîn ku divê hemû civak deng bidin Nobetên Edaletê û ji bo rakirina tecrîdê li her derê bayê azadî û demokrasiyê  bê. Kamîleyê wiha vegot: “Divê deng bidin daxwazên girtî, malbat û civakê. Yên vî welatî bi rêve dibin ger ku bixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê gavê bavêjin.Her kesên ku başiya welat dixwazin divê deng bidin Nobetên Edaletê.” DÎMEN HEYE
 
*Navenda wê Mereş di 6’ê Sibatê de erdhej pêk hat û bandor li gelek bajaran kir. Yek ji van bajaran jî Meletî bû. Di 24’ê Çileyê 2020’î de li Xarpêtê erdhej pêk hatibû û bandorek mezin li ser Meletiyê jî kiribû. Avahiyên di wê erdhejê de xesar dîtibûn hat hînbûn ku hîna nehatine çêkirin. DÎMEN HEYE
 
* Nobeta Edaletê ya li Stenbolê li herêmekê dihat meşandin wê li du herêmên din jî bê girtin. Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr Sonmez der barê mijarê de axivî û got: “Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane. Heta daxwaz neyên cih em ê şûnde gavê navêjin. Em ê teqez biserkevin. BI DÎMEN