Rojnameger Sofya Alagaş hat binçavkirin

  • 20:19 28 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta tê de bû hat sekinandin û hat binçavkirin. 
 
Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Sofya Alagaş ku dema ji Sêrtê dihat Amedê wesayîta têde bû hat sekinandin û hat binçavkirin. Sofya ku bi hinceta dosya dîroka wê 2011’an a 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat binçavkirin, hat hînbûn ku ji bo îfadeyê birine Qerekola Sînanli ya Bismil a Amedê.