Ji Nobeda Edaletê ya Stenbolê silav ji Îmraliyê re hatin şandin

  • 16:34 28 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di roja 47'an a Nobeda Edaletê ya ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê tê lidarxistin de, nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ji Îmraliyê silav hatin şandin.
 
Nobeda Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAYDER) li Stenbolê hat destpêkirin, li Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di roja 47’an de berdewam kir.  Li salona ku Pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, ji girtîgehan re bibin deng” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîgehan” hatin daliqandin.  Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindana", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Roja ewil a nobedê ya ku derbasî Esenyurtê hat kirin, rastî elqeyeke mezin hat.  
 
Eleqeyeke zêde hat nîşandan
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê DEM’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, rêveberên navçeya Buyukçekmece yên DEM  Partî û rêverbrên Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) , parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Koma Hevra û gelek kes ji hemû beşên civakê beşdarî serdana îro ya çalakiyê bûn.
 
Nameya Abdullah Ocalan hate xwendin
 
Di çalakiyê de destpêkê nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 35 meh in agahî jê nayê girtin, bi sernavê "Ji Girava Îmraliyê Têkildarî Jiyana Girtîgehê" hat xwendin. Di vê demê de gelek caran bi çepik û tilîliyan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" silav ji Rêberê PKK'ê re hatin şandin. Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ku name xwend diyar kir ku divê fikrên Abdullah Ocalan di hemû qadên jiyanê de di nava civakê de cih bigirin. Cengîz bal kişand ku çalakiya Nobeda Edaletê rêwîtiya serketinê ye û destnîşan kir ku heta encam ji Îmraliyê neyê girtin dê çalakî bidomin.
 
'Divê em çalakiyan bi rastiya Rêbertî re bînin cem hev!'
 
Cengîz got, “Di mijara Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de em rastî gelek gotinan tên. Rastî hene ku divê em bi salan bînin bîra hev. Divê em vê zîhniyeta dewletparêz û qirker hin tiştan bînin bîra xwe. Ev rêwîtiya çalakî û serketinê ye. Em ê heta dawiyê vê çalakiyê bidomînin heta ku em encam bigirin. Em ê her rê û rêbazê biceribînin. Pêwîste çalakiyên bi vî rengî bi îdeolojî, çanda xwe û rastiya Rêbertî re bên cem hev. Werin em bixwînin û yên din jî di civînên wiha de bixwînin. Pêwîste careke din ji dost û dijminan re were nîşandan ku ev gel xwedî Rêbertî ye û gel li dora rêberê xwe ye."
 
Heta dawî berxwedan!
 
Çalakvan û kesên hatin serdanê destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe bê navber bidomînin. 
 
Çalakiya ku bi biryardarî û coşek mezin dewam kir, bi çepik, tilîlî û dirûşmên "Bijî Serok Apo" dewam kir.