Li Erziromê ji ber berfê rê hatin girtin

  • 12:01 28 Çile 2024
  • Rojane
 
ERZİROM - Li Erzirom û navçeyên wê ji ber barîna berfê ku 2 roj in bê navber dibare, rê li çûyîn û hatinê hatin girtin.
 
Ji ber barîna berfa ku ev 2 roj in li seranserê Erziromê dibare, jiyan rawestiya û rêyên gelek taxan hatin girtin. Li Qereçobanê rêya 172 taxan, li Qereyazî 147 tax, li Tatosê 116 tax, li Çatê jî 82 tax rêyênwan li çûn û hatine hatin girtin. Herwiha li herêma Ovacik a Êspîrê jî  rê li çûyîn û hatinê hat girtin.
 
Li Qereçobanê axûr hilweşiya
 
Ji aliyê din ve li taxa Bûrnaz a Qerecobanê ji ber barîna berfê û bagereke bi bandor de axurek hilweşiya. Di encamê de pezek mirar bû û bi hevkariya şêniyên li heman taxê 43 pez jî hatin rizgarkirin.  Ji ber bahoza dijwar, li ser rêyên gundan ên ku ji rêyên sereke dûr in, xebatên vekirina rê nikarin bên kirin.