ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 28 Çile 2024
  • Rojev
 
* Medyaya alîgir a ku qetilkirina 320 jinan a sala 2023’yan nedîtiye, serbestberdana kujer û êrişkaran nekiriye nûçe, xizanî, bêkarî, destdirêjiya li hemberî jinan nexistiye rojevê, bi nêzbûna hilbijartinê re pesnê projeyên îktîdarê ya derbarê jinan dike. MEDYA KRÎTÎK
 
*Jinan bertek nîşanê Nazli Elman a ku ji aliyê gumanbar Enîz Kurtuluş ve bi çeka suîkastê ve hat qetilkirin û gotin: “Çawa hêsan xwe gîhandiye vê çekê? Divê ev bê lêkolînkirin. Rayedar berpirsyariya xwe naynin cih. Hikûmeteke ku destura bingehîn û hiqûqê nas nake heye. Li dijî vê hêza me ya rêxistinkirî heye. Ji bo kuştinên jinan bên rawestandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên bi çalakgerên Nobeta Edaletê re ketin piştevaniyê gotin: “Em di vê têkoşîna bi rûmet de di daxwza xwe ya aştî, azadî, wekhevî û edaletê de bi israr in. Heta serokatiya me û girtî azad nebin em  jî azad nabin. Em ligel dayikan e, her tim em ê bên nobetê bigirin. Em wan tu carê tenê nahêlin.”  BI DÎMEN