Li dijî PDK’ê bertek: Dest ji êrîşan berdin

  • 18:32 27 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî  PDKˊê ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike  herêmê dewam dikin.
 
PDKˊê di 24ˊê Çileyê de li herêma Amêdiyê ya li Başûrê Kurdistanê êrişên nû li dijî HPG’iyan pêk anîn.  Li dijî êrîşên PDK’ê çalakiyên protestoyî didomin.
 
Cizîr
 
Der barê mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de hate gotin tevkariya PDKˊê bi Tirkiyeyê re bi salane didome û demên dawî de asta êrîşên xwe zêde kirine.
 
Di dawiya daxuyaniyê de PDK  hat şermezarkirin û soza bilindkirina têkoşînê li dijî tevahî komployên li dijî destkeftiyên gel hat dayîn.
 
Heleb
 
Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li qada 8ˊê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Endamê PYDˊê û birayê şehîd Xemgîn Welat, Elî Şêx daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber deriyan e, hevdîtinên dewletan li ser hesabê gelê Kurd û xiyaneta PDKˊê bi armanca tunebûna Kurdan e. Her wiha hat destnîşan kirin ku ji bo yekitiya 4 parçeyên Kurdistanê pêdivî bi kongreyeke neteweyî ya Kurdî û sekna li hember planên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ji bo tunekirina Kurdan heye.
 
Şedadê
 
Der barê mijarê de Ciwanên PYDˊê ya navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê, PDKˊê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Daxuyanî ji aliyê endama PYDˊê Delal Mistefa ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin hîna  Tirkiye êrîşên li dijî herêmê û hedefgirtina stasyonên sotemenî, kehrebe, av û gazê dewam dike û alî din jî PDKˊê tevkariyê pê re dike û xiyanetê bi Kurdan dike.
 
Di dawiya daxuyaniyê de paşguhkirina hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên Tirkiyeyê hat şermezarkirin û bang li gel hat kirin ku ji bo têkbirina komployan bibin yek.