Li Mêrsîn û Edenê nobet 55 roj in didome

  • 16:47 27 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edelatê ya li Edene û Mêrsînê di roja 55'yan de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. Çalakî bi serdanan didome.
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Edene
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 55 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. Îro endam û rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Mêrsîn 
 
Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya komeleyê didome ket roja xwe ya 55'an. Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca û gelek kes îro serdana çalakiyê kir. 
 
Di çalakiya îro de endama Dayikên Aştiyê Şemsa Acar axivî û got: "Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya serokatiya xwe em 55 roj in li vir in. Em ê heta dawiyê jî li vir bin û em dev jî têkoşîna xwe bernadin."