'Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye'

  • 15:16 27 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê hatiye destpêkirin û di roja xwe ya 54'emîn de ye didome. Di çalakiyê de hat gotin,"Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye."
 
Li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah  Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysyê" ji aliyê Komeleya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin di roja 52'yan de dewam dike. Nobet li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya wanê dewam dike. Rêxistina DEM Partî ya Tûşbayê, Rêxistina DBP'ê ya Wanê û gelek kes tevli çalakiyê bûn.
 
'Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye'
 
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Binbaşioglu wiha got:"Her tim qirkirina li ser kurdan tê ferzkirin û em jî li dijî vê yekê dev ji berxwedana xwe bernadin. Divê em xwedî li têkoşîna rêhevalên xwe yên li girtîgehan û têkoşîna dayikan derkevin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye. Em dixwazin gel piştgiriyê bide van çalakiyane. "
 
Piştre Aslihan Timur a di çalakiya nobetê de cihê xwe digire wiha got:"Divê tecrîd bi dawî bibe. Em li vir li edaletê digerin û divê heta 15'ê Sibatê herkes rabe ser piyan. Divê her kes piştevaniya xwe ya bi dayikan re xurt bikin."
 
Herî dawî Hevseroka DEM Partiyê ya Tûşbayê Hanim Akkoş got ew ê bi têkoşîna xwe tecrîdê têk bibin.
 
Çalakiyê bi stranan û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.