Dayikên Aştiyê êrişa PDK'ê şermezar kir

  • 14:54 27 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Efrîn û Şehbayê xiyaneta PDK'ê û êrişa wê ya li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta tirkre bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Dayikên Aştiyê yên Efrîn û Şehba li goristana şehîdan a navçeya Fafînê daxuyaniyek da. Mamoste Zaxocan Hisên daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de êrişa çekdarên PDK’ê ya li hember têkoşerên azadiyê û xiyaneta PDK'ê hat şermezarkirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişa çekdarên Zêrevanî ya li dijî gerîlayên HPG'ê piştî kuştina bi dehan leşkerên artêşa tirk pêk hatiye.
 
Her wiha hate diyarkirin ku li hemberî xiyanetê divê gel li qadan be.