Baxçeyekî zarokan li Reqayê hat vekirin

  • 14:47 27 Çile 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê bi sponseriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk baxçeyekî zarokan hate vekirin.
 
Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya berê şehîd Hevrîn Xelef, baxçeyekî zarokan bi navê "Şehîda Yasmîn" vekir.
 
Di merasîma vekirinê de endamên meclisê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.
 
Baxçeyê zarokan ji bo zarokên karmendên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye vekirin ku temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de ye. Di baxçeyî de dê 12 mamoste bixebitin û baxçe têra 100 zarokan dike.
 
Beriya vekirina baxçeyî seroka Komîteya Jinan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Emel El Casim axivî û got: "Ev baxçe ji bo zarokan e ku kulîlkên siberojê ne."
 
Baxçeyê zarokan ji aliyê dayika şehîd Mihemed Henkûş ve hate vekirin.