Aşût kete ser Rêya Colemêrg û Çelê

  • 14:40 27 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Ji ber barîna berfê ya zêde rêyên 806 jîngehên li Wan û Colmerêgê hatin girtin, aşût kete ser Rêya Colemêrg û Çelê. 
 
Li Colemêrgê ev 4 roj in bi navberdayînê berf dibare. Berfê duh dijwartir bariya û rêya 113 gund û 242 mezrayan girt. Tevahiya rêyên navberan yên di berpirsyariya qeyûm de ne, bi temamî hatine girtin. Li navenda Colemêrgê rêya 27 gund û 66 mezrayan, li Çelê, 8 gund û 14 mezrayan, li Rûbarokê 3 gund û 15 mezrayan, li Şemzînan 18 gund û 69 mezrayan, li Geverê 57 gund û 78 mezrayan, hatin girtin. 
 
Rê dereng hat vekirin
 
Ji Çiyayê Simbil aşût kes ser riya Colemêrg û Çelê û rê hate girtin. Nêzî 2 saetan rê girtî ma û bi xebatên tîmên Îdareya Bajêr a Taybet, rê hate vekirin. 
 
Duh bi şev li Wanê ji ber barîna berfê bi giştî rêyên 451 jingehan hate girtin. Bi taybetî riyên hemû gundên çolter yên navçeyên Şax, Miks û Payîzavayê ji ber barîna berfê, hatin girtin.