Ciwanên sosyalîst li Berlînê greva birçîbûnê bi dawî kirin

  • 10:44 27 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina ciwanên sosyalîst Yoûng Strûggle greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan ku 24’ê Çileyê dabû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî kir.
 
Greva birçîbûnê hat veguheztina lokala NAV-DEM’ê. Di lokalê de serdanvanan, ji gaziyên Rojiya Mirinê Bedîa Ergun û girtiyeke ku piştî 30 salan di sala 2022’yan de hatî berdan sohbet kirin.
 
Di nava rojê de ciwanan ji girtiyan re name nivîsandin û di saet 16.00’an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî piştevaniya enternasyonal” bi dawî bû.