Di piştevaniya bi girtiyan re bi israr e: Heta tecrîd bê bidawîkirin

  • 09:05 27 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê ku çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan bi piştevaniya dayikên di Nobeta Edaletê de bi dawî kirin, çalakiya Nobeta Edalet û grevên birçîbûnê dewrê Samsunê kirin û wê li çar bajaran çalakiya xwe didomînin. Zuleyha Muldur ya ESP’î da zanîn ku heta tecrîd bê bidawîkirin wê li her derê çalakiya xwe bidomînin.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 34 meh in tu agahî jê nayê girtin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Stenbolê û Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca piştevaniya girtiyan di 23’ê Çile de li avahiya DEM Partî a Sancaktepeyê stara çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan dan.
 
Wê li çar bajarên din jî bidome
 
Endamên ESP’ê û SGDF’ê ku sê rojan çalakiya xwe berdewam ikrin, duh çalakiya xwe bi dayikên Nobeta Edaletê re dewrê Rêxistina Navenda Edenê kirin. Piştre jî wê li Îzmîr, Samsur û Dêrsîmê wek rêxistina ESP’ê Nobeta Edalet û grevên birçîbûnê bê meşandin.
Endama ESP’ê Zuleyha Muldur der barê çalakî û daxwazên xwe de ji ajansa me re axivîn.
 
Armanca wan eve ku bibin dengê girtiyan
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku armanca wan ev e ku bibin dengê girtiyên ku 61 roj in çalakiya greva birçîbûnê didomînin û wiha got: “Armanca me ev e ku em bi çalakiya xwe deng bilind bikin û bi sazî, çapemenî û civakê vî dengî bidin bihistin. Armanca me ev e ku ev rojev bikeve rojeva wan. Çalakiya girtiyan du meh in didome. Dengê derve yê girtiyan  dayikên Nobeta Edaletê ne. Em jî bi çalakiya xwe ya sê rojan a greva birçîbûnê dixwazin dengê dayikan hîn bêtir bidin hibistin. Çalakiya me ya sê rojan, deng di rayagiştî de da.”
 
‘Heta tecrîd bişkê wê têkoşîna me bidome’
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku daxwaza xwe bi greva birçîbûnê anîne ziman û wiha bi lêv kir: “Me daxwaz kir ku tecrîda li ser girtiyan bê rakirin, qedexeyên hevdîtinan bên rakirin, lêgerîna tazî, tecrîd bê rakirin. Me daxwazên xwe anîn ziman. Çalakiyên me wê hîna bidomin. Heta tecrîd neyê bidawîkirin wê daxwazên me di rojevê de bimînin. Me çalakiya xwe dewrê rêxistina Edenê kir. Ew jî wê bi Nobeta Edaletê daxwazan bînin ziman. Piştşre jî wê li Samsunê daxuyaniyek bê dayîn. Piştre wê dewrê Îzmîrê bê kirin. Bi vî awayî em ê daxwazên xwe di rojevê de bigirin. Em banga hestiyariyê li Rayagiştî dikin."
 
‘Tecrîdê bi girtina Abdullah Ocalan dest pê kir’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku divê tecrîda li girtîgehan bidawî be û wiha vegot: “Pêkanînên kêfî li ser girtiyan hene. Hemû qada jiyana wan tê sînorkirin û astengkirin.  Tecrîd bi binpêkirinên mafan didome. Ger tecrîd bê bidawîkirin wê destkeftiyek mezin be ji bo mirovahiyê. Tecrîdê bi girtina Abdullah Ocalan dest pê kir.  Divê em tecrîdê zêdetir bînin rojevê.Tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurd  û ya Abdullah Ocalan e. Tecrîd pirsgirêka hemû girtiyên sosyalîst şoreşger e. Divê em ji ber vê tecrîdê her tim di rojeva rayagitşî de bihêlin.”
 
‘Em ê çalakiyê li her derê bidomînin’
 
Zuleyhayê di dawiya axaftina peyama wê çalakiyên xwe bidomînin da û wiha dawî lê anî: “Em ê bi gotin, çalakî û pankartên xwe li kolanan bin. Ji ber em vê bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan sînor nakin. Ev têkoşîna me ya polîtîk dihewîne. Em ê çalakiya xwe li her derê bidomînin.”