'Divê jin li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:03 27 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî sûcên mirovahiyê yên li Efrînê diqewimin dan zanîn divê jin li dijî van sûcan her tim serî hildin û wiha got:"Ji bo jin xwe ji kiryaran biparêze divê her tekoşîna xwe mezintir bike. Divê jin li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin. Encax bi riya vê xwe û civaka xwe biparêze."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kir binê kontrola xwe şûnde gelek sûcên mirovahiyê li wir hatin kirin. Jin hatin revandin fîdye ji bo wan hat xwestin. Tecawiz û îşkence li jinan hatin kirin. Herî dawî jî derbarê du jinan de biryara îdamkirinê hatibû dayin. Jinên li Helebê bertek nîşanî kiryarên li Efrînê diqewimin, dan û gotin:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi armanca qirkirina jinan û têkbirina vîna jinan êriş dikin. Lê belê wê daxwaza dijmin pêk neyê. Jin bi têkoşîna xwe her carê li dijî hovîtiya dewleta tirk, dibin bersiv."
 
'Em jî li hemberî van kiryaran bêdeng û bêbersiv namînin'
 
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mewlîde Silêman diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê her tim sûcên mirovahiyê dikin û wiha got:" Li Efrînê rojane jin û şêniyên Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên îşkencekirin. Her wiha jin tên revandin, tên kuştin. Her wiha derbarê jinan de biryara daliqandinê tê dayin. Em jî li hemberî van kiryaran bêdeng û bêbersiv namînin."
 
'Jin bi têkoşîna xwe her carê li dijî hovîtiya dewleta tirk, dibin bersiv'
 
Mewlîdeyê da zanîn ew ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya li dijî êrişan bernede û wiha pê de çû:" Dewleta tirk û hevkarên wê her kiryarên xwe li ser jinên me bi hovîtî didin dewamkirin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi armanca qirkirina jinan û têkbirina vîna jinan êriş dikin. Lê belê wê daxwaza dijmin pêk neyê. Jin bi têkoşîna xwe her carê li dijî hovîtiya dewleta tirk, dibin bersiv."
 
'Em ê nehêlin careke din dewleta tirk dîroka qirkirinê dubare bike'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Elî da zanîn dewleta tirk û hevkarên wê ji ber berjewendiyên xwe êrişên xwe dewam dike û wiha got:"Niha dewleta tirk êriş dike û dewletên din jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in. Em li dijî kiryarên li Efrînê diqewimin derdikevin û bertekê nîşan didin. Em ê nehêlin careke din dewleta tirk dîroka qirkirinê dubare bike."
 
'Daxwaz dikin ku jinê vegerînin sedsala koletiyê'
 
Zeynebê da zanîn dewleta tirk û hevkarên wê her carê êrîşên xwe bi ser jinên zane yên ku xwe didin pêş, dibe û wan dike hedef û wiha pê de çû:" Her carê jina ku xwe û hebûna xwe nas kiriye dibe hedefa dewleta tirk a dagirker. Dewleta tirk bi riya hedefgirtina jinan daxwaz dike civaka kurd bi tevahî di qirkirinê re derbas bike. Bi taybet li bajarê Efrînê jin tên tecawizkirin û îşkencekirin. Bi riya van kiryarên xwe daxwaz dikin ku jinê carek din vegerînin sedsalên berê yên koletiyê."
 
'Divê jin li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê da diyarkirin ku heya ku jin xwe nas neke û hebûna xwe neparêze wê her car di qirkirinê re derbas bibe û got:"Ji bo jin xwe ji kiryaran biparêze divê her tekoşîna xwe mezintir bike. Divê jin li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin. Encax bi riya vê xwe û civaka xwe biparêze."